Îslamabad – SANA
Îro Duşemê, di encama lihevketina kamyon û otobuseke rêwîyan a rawestîyayî de li bakurê rojavayê Pakistanê, herî kêm yanzdeh rêwîyan jîyana xwe ji dest da û heft kesên din birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Çînê (Xinhua) ji zarê Polîsê Pakistanê ragihand ku bûyer li ser Rêya Bilez a Swatê li parêzgeha Xeyber Paxtunxwayê çêbûye.
Berpirsên polîs eşkere kirin ku li gorî lêkolînên destpêkê, sedema bûyerê xemsarîya şofêrê kamyonê bû.