Berlîn-SANA
Şaredarê Berlînê Kai Wegner, duh Şemîyê, eşkere kir ku di encama êrîşeke sîberî de ya ku di 14ê Tebaxa borî de şaredarîya paytexta Almanyayê kiribû armanc, daneyên hestyar hatine dizîn.
Ajansa France-Presse li ser zarê Wegner di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Bild”ê ya Almanî veguhast ku gotiye: Danene hestyar di dema êrîşê de hatine dizîn, her wiha dubare red kir ku ew bi tu rengî razî nabin ku li hember şantaja hakeran an dayîna fîdyeyê xwe sist bikin.
Koma giştî ya “RBB”ê piştrast kir ku hakerên elektronîk pêr Înê, zêdetirî mîlyonekê ji van daneyan li ser înterneta tarî “Dark Web” weşandine, ji ber ku daxwaza wan a wergirtina fidyeyê li hemberî belavnekirina van daneyan bê bersiv maye.
Di heman demê de, dezgehên ragihandinê yên xwecihî dîyar kir ku nirxê fidyeya ku hakeran xwestibû nêzî du mîlyon Euroyan tê texmînkirin.
Li gorî kovara Almanî ya “Der Spiegel”ê, daneyên ku hatine dizîn rêkarên parastinê yên li nava dezgeha agirkujîyê ya Berlînê, lîsteyên mûçeyan, agahîyên bankî, kopîyên dîjîtal ên nasnameyên fermî, agahîyên nihênî yên girêdayî karmendan û dosyayên têkildarî berfirehkirina baregeha Şêwirmendîya Almanyayê li xwe digirin.
Li paș êrîsê koma hakeran a bi navê “Rhysida”yê rawestîyaye, ya ku berê berpirsyarîya çendîn êrîşên elektronîk li xwe girtibû; ji wan ya herî dîyar êrîşa li dijî Pirtûkxaneya Brîtanî ya li Londonê di Payîza sala 2023yan de pêk anîye, ev jî li gorî tiştê ku medyayên xwecihî ragihandiye.