Emman-SANA
Wezareta Derve ya Urdunê îro roja yekşemê bi tundî ew êrîşa ku mala serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li parêzgeha Duhokê kiribû armanc şermezar kir, û tekez kir ku ev êrîşeke nayê qebûlkirin û binpêkirina ewlehî û aramîya Iraqê ye.
Wezaretê di daxuyanîyekê de, wekî ku ajansa nûçeyan a Urdunî “Petra” veguhastiye, piştgirîya Urdunê bi temamî ligel Komara Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir, û piştgirîya xwe ji bo ewlehî, aramî û yekparçeyîya xaka wê nîşan da.