Waşington-SANA
Artêşa Amerîkayê, bidawîhatina lêdanên serbazî yên li dijî bi dehan armancên li çendîn cihan li ser xaka Îranê ragihand, bi armanca lawazkirina şîyana wê ya êrîşkirina li ser keştîyên barkirî yên navdewletî li Tengava Hurmuzê.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Duşemê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku wan bi cebilxaneyên xwedan arasteyên hûrbîn hindek cihên Îranê armanc girtine, ku pergalên parastina ezmanî, radarên deryayî yên peravê, sazîyên mûşek û dronan, ligel kelekên piçûk li xwe girtin.
Daxuyanîyê amaje bi wê yekê kir ku êrîş bi hevahengîyeke hevbeş hat encamdan, firokeyên şer û keştîyên deryayî tê de beşdar bûn, ligel bikaranîna dronên êrîşker ên yek-araste û dronên deryayî yên ku ev cara yekem e hatine bikaranîn.
CENTCOMê tekez kir ku Tengava Hurmuzê rêyeke jînewerî ya bazirganîya cîhanî ye, û ne di bin kontrola Îranê de ye. Her weha da zanîn ku hêzên Amerîkî di rewşa amadebaşîyê de ne, ji bo misogerkirina berdewamîya azadîya keştîvanîyê li ber tevgera barkêşîya bazirganî û rûbirûbûna her gefekê ku heye derkeve.