Eman-SANA
Urdunê êrîşên esmanî yên Îsraîlê ku Balafirgeha Leşkerî ya Ebû El-Zihûrê li Parêzgeha Idlibê armanc girtin şermezar kir û ji civaka navneteweyî daxwaz kir ku berpirsyarîyên xwe hilgire û Îsraîlê neçar bike ku êrîşên xwe yên li ser Sûrîyê rawestîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Urdunê Balyoz Fûad El-Mecalî îro Sêşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê piştrast kir ku ev destdirêjî ne rewa ye û binpêkirineke eşkere ya serwerîya Sûrîyê û yekparçeyîya xaka wê ye, her wiha derketineke riswabûyî ji yasayên navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî ye.
Navborî pêwîstîya rawestandina hemû êrîşên Îsraîlê yên dubare û pêngavên ku ewlehî û aramîya Sûrîyê aramanc digirin dûpat kir, ku wekî binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî û rageşîyeke metirsîdar têne hesibandin; rageşîyeke ku dê tenê bibe sedema zêdebûna nakokî û alozîyên li herêmê.