Ebû Zebî-SANA
Îmaratê îro Sêşemê êrîşa Îranê ya ku bi du dronan nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî û cihê rûniştina Rêveberê Ajansa Parastinê li Hewlêrê kiribû armanc, bi tundî şermezar kir.
Wezareta Derve ya Îmaratê di daxuyanîyekê de ku li ser malpera wê ya fermî hate weşandin, piştrast kir: “Ev êrîşa dijminane binpêkirineke eşkere ya serwerîya Komara Iraqê û Kurdistana Iraqê ye û gefek e li ser ewlehî û aramîya wê.”
Wezaretê piştgirîya temam a dewleta Îmaratê ligel Komara Iraqê û Hikûmeta Kurdistana Iraqê nîşan da û piştevanîya xwe ji bo hemû pêngavên ku ewlehî û aramîya wê diparêzin dîyar kir.