Qudsa Dagirkirî – SANA
Di encama êrîşên hêzên dagirker ên Îsraîlê de li ser deverên cuda yên Xezeyê, îro sê Filistînî hatin kuştin û hinên din jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Filistînê “WAFA” ji zarê çavkanîyên pizîşkî ragihand: “Droneke dagirkeran derdora gerînendeya Benî Suheyla ya li navenda bajarê Xan Yûnisê bombebaran kir, di encamê de filistînîyek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû”.
“WAFA”yê lê zêde kir ku, “du kesên din jî di encama gulebarana wesayîtên dagirkeran de li rojhilatê taxa Zeytûnê hatin kuştin. Hejmarek Filistînî jî di bombebarana li ser derîyê kampa Mexazî ya li navenda Xezeyê birîndar bûn. Di heman demê de, artêşa dagirker bombebarana xwe li ser deverên başûrê Mawasî ya bajarê Refehê domand.”
Bi kuştina van sê Filîstînîyan re, hejmara kuştîyan ji dema peymana agirbestê ya ku di 11ê Cotmeha borî de ketibû kar de, derket 441 kesan û hejmara giştî ya birîndaran jî derket zêdeyî 1,223 kesan.