New York-SANA
Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi piranîya dengan biryarek pejirand, tê de mafê gelê Filistînê yê destnîşankirina çarenûsa xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe piştrast dike. Di dengdanê de 164 dewletan piştgirî dan biryarê, 8 dewlet li dijî wê derketin û 9 dewlet jî bêalî man û dengê xwe nedan.
Ev biryar redkirina navneteweyî ji kiryarên Îsraîla dagirker re û niştecîbûna wê li cihên Filestînîyan, ya dibe asteng li pêşîya bidestxistina Filistînîyan ji mafê xwe re, nîşan dide.
Biryar li ser bingeha nêrîna Dadgeha Dadê ya Navneteweyî ku di Tîrmeha 2024an de hatiye derxistin ava bûye, ku tê de piştrast kiribû ku dagîrkerîya Îsraîlê ne rewa ye û divê yekser bi dawî bibe.
Nûnerê Herdemî yê Filistînê li Neteweyên Yekbûyî, Rîyad Mensûr, pesnê vê piştgirîya berfireh da û tekez kir ku ev yek nîşana lihevkirineke navneteweyî ye ku ji mafê Filîstînîyan e çarenûsa xwe destnîşan bikin, li gorî mafê ku Netewên Yekbûyî û Yasaya Navdewletî rewa dibînin.