Rîyad-SANA
Berdevkê Fermî yê Hêzên Hevpeymanîya Piştgirîya Rewayîyê li Yemenê, Lîwa Rukin Tirkî El-Malikî, îro Sêşemê, ragihand ku ji encama êrîşên milîsên Hûsî yên li ser Erebistana Siûdî, 73 sivîl, jin û zarok jî di nav wan de hene, birîndar bûne.
Ajansa WASê ji ser zarê El-Malikî veguhast ku wî gotiye: “Êrîşên bêwate yên milîsên Hûsî yên terorîst—ku ya herî dawî armanckirina cihên sivîl û aborî li bajarên (Ebha, Xemîs Muşeyt, Cazan, Necran) bû û bû sedema birîndarbûna 73 sivîlên ku jin û zarok di nav wan de hene—binpêkirineke eşkere ya serwerîya Keyanîyê ne û gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramîya welatîyên wê û niştecihên li ser xaka wê.”
El-Malikî bal kişand ser wê yekê ku ev êrîşên bêbehane ku ji alîyê milîsên Hûsî ve hatine pêkanîn, bi zanebûn tên kirin’ da ku zirarê bighînin samanên neteweyî, sazîyên sivîl û cihên xizmetguzarîyê yên Keyanîyê. Her wiha ev êrîş reftarên wan ên tawankarî û tundrewî eşkere dikin, ên red dikin ku aştî û aramî li Yemenê û li derdora wê ya Erebî û Îslamî pêk werin.
El-Malikî tekez kir ku Fermandarîya Hêzên Hevbeş ên Hevpeymanîyê, dê hemû rêkarên operasyonî yên pêwîst bi cî bînin’ bi biryardarî rê li van milîsan bigirin û li dijî rêbaza wan a dijminane derkevin, da ku serwerîya Keyanîyê, samanên wê yên neteweyî û ewlehîya welatî û niştecihên wê werin parastin.