Bexda – SANA
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder El-ʼEbûdî, ragihand ku dezgeha Jinavbirina Terorê û ya Îstixbarata Neteweyî, toreke ku hejmareke dronan di destê wê de hebûn û plana pêkanîna operasyonên rasterast dijî armancin dîyarkirî dikir, pûç kir.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê, ji zarê ʼEbûdî danê êvara Şemîya borî veguhast ku wî di hevpeyvîneke televîzyonî de gotiye: “Dezgeha Jinavbirina Terorê û ya Îstixbarata Neteweyî bi rêya hin endamên torê derbasî nava wê bûn û pûç kirin û endamên wê girtin, her wiha hejmareke kelûpelên di destê wan de ku dron jî di nav de hebûn, desteser kirin.”
ʼEbûdî dîyar kir ku torê plan dikir ku operasyonên dijî armancin taybet pêk bîne û da zanîn ku ev operasyona ewlekarî bi awayekî birêkûpêk hat encamdan, û tor hat pûçkirin.
Navborî tekez kir ku ev operasyon peyameke aramîyê dide kolana Iraqê ku dezgehên ewlehîyê di parastina ewlehîya welat û aramî û selametîya welatîyan de berdewam in, di heman demê de peyamekê ji cîhanê re jî dişîne ku Iraq di têkbirina her çalakîyekê ku ewlehîya wê an ya welatên din bi rêya xaka wê bixe metirsîyê de, berdewam e.