Waşington-SANA
Berpirsekî Amerîkî eşkere kir ku Serok Donald Trump peymana navokî ya sivîl bi Şaneşîna Erebistana Siûdî re pesend kiriye, ku rê dide wê ku sotemenîya pêwîst ji bo xebitandina reaktorên xwe yên navokî yên sivîl bimeyîne, di çarçoveya hevkarîyeke ku 30 salan berdewam dike.
Tora CNNê ji zarê berpirsê ku nasnameya wî nehatiye eşkerekirin veguhast û got ku îro Çarşemê dîyar kiriye: Dibe ku peyman di zûtirîn dem de bi awayekî fermî bê ragihandin, û dê peydakirina teknolojî û ezmûnên pêwîst ji bo geşedana bernameya wê ya navokî ya sivîl ji alîyê şirketên Amerîkî ve li xwe bigire, bi mercê ku rêveberîya Amerîkî piştî ragihandinê peymanê bişîne Kongreyê.
Berpirs lê zêde kir ku peyman dîsan kontrolên têkildarî operasyonên pişkinînê yên li ser bernameya navokî ya Siûdî li xwe digire, ku ev tişt dibe ku bibe sedema nîqaşekê di nav Kongreyê de derbarê hûrgilî û mekanîzmayên çavdêrîya li ser wê.
Tora Amerîkî bal kişand ser wê yekê ku dibe ku peyman bibe sedema eleqeyeke berfireh li herêmê, ji ber ku xwedîderketina li teknolojîyên meyandina sotemenîya navokî di bernameyên enerjîya navokî de gaveke pêşketî tê hesibandin, tevî tekezkirina li ser wê yekê ku proje ji bo armancên sivîl hatiye veqetandin.