Rîyad –SANA
Şandeyeke teknîkî ya pispor ji Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûrîyê serdana baregeha balyozxaneyê li Rîyada paytexta Erebistana Si’ûdî kir. Armanca serdanê agahdarbûna rewşa meydanî ya şandeya dîplomasî û nirxandina pêwîstîyên wê yên cuda, her wiha ji bo pêşxistina karê konsulxaneyê û başkirina kalîteya xizmetguzarîyên pêşkêşkirî ji bo welatîyên Sûrîyê ku li lê dijîn.
Kargêrê karûbaran Muhsin Mihbaş li pêşberî şandeyê dosyayên karê rojane û qebareya muameleyan pêşkêş kir, piştre gereke meydanî pêk hat ku şandeyê tê de li mekanîzmayên pêşwazîkirina serdanvanan û tomarkirina belgeyan nêrî. Her wiha şandeyê rêyên çalakkirina pergala dîjîtal ligel kontrolkirina binesazîyê û torên teknîkî yên ewledar bi Şamê re nîqaş kir.
Şandeyê serdana xwe bi nîqaşa pêwîstîyên nûjenkirinê û xwestekên budceya xebitandinê, xurtkirina karîgerîyê, û birêkûpêkirina xerckirinê bi dawî kir. Ji hêleke din ve zincîreyeke hevdîtinan ligel kesên daxwazkar ji bo dagirtina wezîfeyên peymankarên herêmî di şandeyê de pêk anî.