London-SANA
Du komên ewlehîya deryayî yên Brîtanî îro Duşemê ragihandin ku çeteyên deryayê yên gumanbar dest danîne ser keştîyeke barhilgir a giştî ku ala “Saint Kitts û Nevis”ê hildaye li peravên Somalî, û piştî ku hilkişîyan ser keştîyê, ew ber bi peravê ve birin.
Ajansa Reutersê ji ser zimanê koma “Vanguard”ê veguhest ku çeteyên deryayî yên çekdar keştîya bi navê “Sword”ê li dûrîya şeş mîlên deryayî li bakurê peravên Somalî revandine. Hat dîyarkirin ku tîma keştîyê ji 15 kesan pêk tê (13 Sûrî û 2 Hindî) û tê bawerkirin ku hîn di bin kontrola dizên deryayî de ne.
Di daxuyanîyeke din de, koma “Ambrey” a ewlehîya deryayî operasyona revandinê piştrast kir û eşkere kir ku keştî di dema êrîşê de ji Siwêsa Misirê ber bi Mombasaya Kenyayê ve diçû. Her wiha hat gotin ku hemû endamên tîmê li odeya fermandarîyê bûn, ji xeynî du teknîkkaran.