Beyrût-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê ragihand ku hejmara qurbanîyên êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê ji 2yê Adara borî ve gihîştiye 2896 kuştîyan.
Ajansa Niştimanî ya Ragihandinê ya Libnanê (NNA) li ser zarê Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristîyê ya ser bi Wezareta Tenduristîyê ve veguhast ku hejmara birîndaran jî bilind bûye û gihîştîye 8824an.
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê îro di demeke zûtir de ragihandibû ku di encama armancgirtin û topbarana Îsraîla dagirker de li ser gelek deveran, ku piranî li başûrê Libnanê bûn, di nav 24 saetên borî de 12 kesan canê xwe ji dest daye û hinekên din jî birîndar bûne.