Kuwêt-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Kuwêtê ragihand ku îro Yekşemê, di encama êrîşên Îranê de kesek hatiye kuştin û 20 kesên din birîndar bûne, ku hemû jî kesên bîyanî ne.
Ajansa Nûçeyan a Kuwêtê (KUNA) ji zarê berdevkê wezaretê Ebdulah El-Sened veguhest: “Mirina kesekî hat ragihandin, û 15 birîndar ji bo wergirtina çareserîya pizîşkî ya taybet bo Nexweşxaneya Cabir hatin veguhastin, di heman demê de şopandina rewşa birîndarên din li Nexweşxaneya El-Edanê berdewam dike.”
Bi vê yekê, hejmara birîndaran di encama êrîşên berdewam ên Îranê li ser Kuwêtê di roja duyem de gihîşt 32 kesan; piştî ku Wezareta Tenduristîyê ya Kuwêtê duh Şemîyê birîndarbûna 12 kesan ragihandibû.