Eman – SANA
Fermandarîya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdunê, îro Duşemê, ragihand ku wan çar mûşekên ku ji alîyê Îranê ve hatibûn avêtin, asteng kirine û xistine.
Ajansa Nûçeyan a Urdunê (PETRA) li ser zarê çavkanîyeke leşkerî ya Fermandarîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku: “Pergalên parastina ezmanî yên Urdunê, berbanga sibeha îro, çar mûşekên ku ji Îranê hatibûn avêtin û derbasî qada ezmanî ya Urdunê bûbûn, asteng kirin û xistin.”
Çavkanîyê dîyar kir ku proseya astengkirinê di çarçoveya tedbîrên meydanî de, bi şarezayî û karîgerîyeke bilind, bêyî ku tu zirarên canî yan madî çêbibin, hat encamdan, ji bo parastina serwerîya Urdunê, ewlehî û silametîya welatîyên wê.