Kîyev– SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê, Hakan Fîdan, hişyarî li ser berfirehbûna şerê Rûsya û Ukraynayê ber bi Deryaya Reş ve da, û tekez kir ku ew armanckirina bender, tanker û sivîlan red dike. Wî bal kişand ser pêwîstîya pêkanîna dîplomasîyê û parastina aramîya herêmê bo rê li ber firehkirina qada şer bê girtin.
Fîdan destnîşan kir ku “Rêya Stenbolê”, ji bo danûstandinên rasterast weke platformeke sereke dimîne, û amadebûna Tirkîyê ji bo pêşengîya alîyê deryayî di her garantîya ewlehîyê ya pêşerojê de ya ji bo Ukraynayê, bi hevahengîya hevalbendan tekez kir, da ku derketina ji nakokîya heyî misoger bike.
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Ukraynayê amadebûna welatê xwe ji bo rawestandina şer û gotûbêjkirina çareserîyên aştîyane anî ziman, û Tirkîye wekî “Navendeke Guncaw” ji bo mêvandarîya gera nû ya danûstandinan an jî civîneke lûtkeyê di navbera Serok Putin û Zelensky de ji bo bidawîkirina şer bi nav kir.