Paytext – SANA
Çend welatên Ewropayê pêleke germahîyê ya nedîtî dijîn, ku ji destpêka hefteyê ve pileyên germahîyê yên rekor tomar kirine û bûye sedema mirina 212 kesan li Îspanyayê. Ajansa Meteorolojîyê ya Îspanyayê hişyarîyên tund dane, û tê de daye zanîn ku germahî digihêje 40 pileyan, û ev pêla ku astên asayî derbas dike, dê berdewam be.
Li Fransayê, Desteya Meteorolojîyê ragihand ku rekoreke nû ya ecêb ku wekû şevên herî germ tên dîtin, hat tomarkirin. Vê pêla germê rekorê sala 2003an şikandiye, û bûye sedema qutbûna elektrîkê li ser hezarên malan, her wiha çend rewşên mirin û bûyerên xeniqînê jî tomar bûne.
Tê texmînkirin ku îro nêzîkî sêyekê niştecihên parzemînê dê rastî germahîyên rekorî yên ji 35 pileya bilindtir bên, nemaze li Almanya, Îtalya û Brîtanya. Desteyên Meteorolojîyê hişyarî dane ku di rojên pêş de dibe li gelek welatan astên germahîyê yên bêhempa werin tomarkirin.