Şam – SANA
Amerîkayê vekişîna xwe ji bi dehan rêxistinên navneteweyî ragihand, di nav wan de sazîyên têkoşîna li dijî guherîna avhewayê, di guherîneke bingehîn de ji bo ji nû ve nirxandina pabendîyên xwe yên derve, ku ev yek bû sedema fikarên navneteweyî li ser paşeroja pergala cîhanî.
Ragihandineke fermî pêşengîyan ji nû ve xêz dike
Trump memorandumek ji bo vekişîna ji 66 rêxistinên navneteweyî îmze kir, bi hinceta ku ew êdî xizmeta berjewendîyên Amerîkayê nakin û ajandayên bêbandor an neyartî pêş dixin.
Trump tekez kir ku Waşington dê sazîyên ku li dijî serwerîya wê dixebitin an pêşengîyên gelê wê paşguh dikin fînanse neke, û redkirina pabendîyên navneteweyî yên nehevseng ku encamên berbiçav ji bo berjewendîya “Pêşî Amerîka” bi dest naxin, anî ziman.
Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara vekişînê rewa dike
Marco Rubio tekez kir ku vekişîna ji rêxistinên navneteweyî biryareke serwerî ye û “vegera wê nîne”, wek cîbicîkirina soza Trump ji bo rawestandina piştgirîya “burokratên cîhanî” û danîna berjewendîya Amerîkîyan di ser her tiştî re.
Berteka pêşwext a navneteweyî
Di şîrovekirina vê biryara Amerîkayê de, Rêveberê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî di Koma Krîzên Navneteweyî de Richard Gowan got: “Wisa xuya dike ku Amerîka dest ji sazîyên têkildarî hiqûqa navneteweyî, pêşkeftina aborî, hevkarîya jîngehê û mafên jinan berdide.”
Simon Stiell, Sekreterê Rêvebir ê Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî, vekişîna Trump wekî “çewtîyeke mezin” bi nav kir ku dê Amerîkayê kêm ewle û kêm geşepêdan bike, û hişyarî da ku biryar dê zîyaneke rasterast bide aborîya Amerîkayê, derfetên kar û asta jîyana welatîyan.
Trump êrîşî rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir û pirs kir ku armanca wê çi ye, û got ku tevî derfetên wê yên mezin, ew ji bilî “gotinên vala” tiştekî din berhem nayîne, ev yek jî di çarçoveya lihevnekirina wî ya berdewam a bi rêxistinê re li ser polîtîkayên koçberî û avhewayê tê.
Vekişînên ku tenduristî, çand û mafên mirovan li xwe digirin
Vekişîna Amerîkayê rêxistina “UNESCO’yê jî li xwe girt, ligel planên derketina ji Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî û Peymana Avhewayê ya Parîsê, ku çavdêran ev wekî guherîneke bingehîn hesibandin ku ji nakokîyên darayî yan îdarî wêdetir diçe.
Amerîka niha bi qasî 8 ji sedî beşdarî bûdceya giştî ya UNESCOyê dike, ku ev rêje ji 20 ji sedî kêm bûye dema ku Trump di dema serokatîya xwe ya yekem de rawestandina fînansekirina rêxistina navneteweyî ragihandibû.
Bandorên biryara Amerîkayê li ser welatên şûndemayî
Analîst hişyarî didin ku vekişîna Amerîkayê dê bi rêya kêmkirina piştgirîya darayî û pêşkeftinê, û qelskirina bersivdayîna krîzên tenduristî û xwarinê, zirarê bide welatên şundemayî, ku ev yek wan li hember pirsgirêkên mezin lawaztir dike.
Gotûbêja navxweyî û pênasekirina nû ya rola Amerîkayê
Li ser asta navxweyî, pêngavên Amerîkayê nîqaşeke berfireh da destpêkirin; opozîsyon dibîne ku ev yek bandora Amerîkayê di siberojê de qels dike, lê alîgir tekez dikin ku ev pêngaveke pêwîst e ji bo rawestandina xerckirina neheq a malê giştî.
Rêvebira Înîsîyatîfa Demokrasîya Amerîkayê li rêxistina “Human Rights Watch” Amanda Klasing, biryar rexne kir û got ku ev nîşana eşkere ya nêzîkatîya bijartî ya rêveberîyê ye di mijara mafên mirovan de.
Rojnameya “Washington Post” di raporeke xwe de dîyar kir ku ev vekişîn nîşana meyla Amerîkayê ye ji bo kêmkirina hevkarîya navneteweyî di hemû waran de, ji mijarên guherîna avhewayê bigire heta peymanên bazirganîya pembû, û hişyarî ji bandorên vê paşvekişîna giştî da.
Rojnamê zêde kir: “Hinek rêxistinên kêm-navdar di nav wan sazîyan de hene ku Amerîka nîyet dike jê vekişe, mîna Komîteya Şêwirmendî ya Navneteweyî ya Pembû, ku sazîyek ji bo welatên hilberînerên pembû ye û berîya 90 salan li Waşingtonê hatibû damezrandin.”
Pergala navneteweyî li pêşberî ceribandineke nû ye
Çavdêr dibînin ku ev vekişîn “werçerxaneke girîng” di peywendîyên navneteweyî de nîşan dide; ji ber ku serwerîya Amerîkayê di rûbirûbûneke rasterast de ligel pergala piralî ya cîhanî datîne, ku ev jî pergala navneteweyî dixe ber ceribandineke ku dê hevsengîyên bandorê û şêwazên hevkarîyê ji bo salên pêş me ji nû ve ava bike.