Bekîn- SANA
Çînê gefa girtina tedbîrên dijber û biryardar li dijî destpêkirina platforma Taywanî ya elektronî ku armanca wê berhevkirina agahîyên istixbaratî ji welatîyên Çînî ye, xwar. Hişyarî jî da ku her kesê zanyarîyên nihênî bide rayedarên Taywanî, dê rûbirûyî şopandina qanûnî bibe.
Ofîsa Karên Taywanê ya li Çînê got ku armanca vê gava ku bi rêya çalakîyên istixbaratî û xeraker dibe, binesazîya bingehîn e, û tekez kir ku ev yek alozîyê gur dike û zirarê dide peywendîyên her du alîyên Tengava Taywanê.
Li alîyê din, Ofîsa Ewlehîya Neteweyî ya Taywanê ragihand ku hejmareke mezin a xelkê, bi alîyên Taywanî re, têkilî ji bo pêşkêşkirina agahîyên cuda deynan, û dîyar kir ku ev agahî û rapor dê bi rêya teknolojîyayê di bin nirxandin û şopandineke hûr de derbas bibin.