Beyrût – SANA
Li gundê Şemstarê yê ser bi qezaya Be’elbekê ve li rojhilatê Libnanê, di encama êrîşeke ezmanî ya Îsraîlê de ku malek kiribû armanc, şeş kes hatin kuştin.
Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Libnanê (NNA) îro Şemîyê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê serê sibê malek li devera Dehr El-Sewan a gundê Şemstarê bombebaran kiriye. Di wê malê de malbateke penaber a ku ji bajarê Be’elbekê derbider bibû niştecî bibû; di encama êrîşê de avahî bi temamî hilweşîya û hemû endamên malbatê (jin, mêr û çar zarokên wan) jîyana xwe ji dest dan.