San Jose-SANA
Berbijêra rastgir Laura Fernandez, ji Partîya Mihafezekar a desthilatdar, di gera yekem a hilbijartinên ku duh Yekşemê hatin kirin de, serokatîya Kosta Rîkayê bi dest xist. Ev yek li gorî encamên destpêkê yên ku Dadgeha Hilbijartinê piştî jimartina %88ê navendên dengdanê ragihandine, hat zanîn.
Ajansa AFPê dîyar kir ku Laura Fernandeza 39 salî, bi cudahîyeke mezin daye pêşîya hevrikê xwe yê herî nêzîk Aborînas Alvaro Ramos. Laura di peywendîyeke televîzyonî de ligel serokê ku dema serokatîya wî qedîyaye Rodrigo Chaves, xwe nola “Seroka hilbijartî” ragihand.
Laura Fernandez piştî Laura Chinchilla sala 2010an, dibe jina duyem ku serokatîya Kosta Rîkayê dike. Serkeftina wê di çarçoveya bilindbûna bizavên rastgir li çend welatên Amerîkaya Latîn de tê, berî hilbijartinên girîng ên ku dê di sala 2026an de werin kirin.