Prîştîna-SANA
Partîya “Vetëvendosje” bi serokatîya Albîn Kurtî, piştî jimartina dubare ya hemû dengan, di hilbijartinên parlamenê yên Kosovoyê de bi ser ket.
Partîya “Vetëvendosje” bi rêjeya 51.1% ket rêza yekem, li pey wê Partîya Demokrat bi rêjeya 20.19% û Yekîtîya Demokrat bi rêjeya 13.24% hatin.
Partîya “Vetëvendosje” di hilbijartinên Sibatê de bi rêjeya 42% ketibû rêza yekem, lê 48 kursîyên wê negehiştibûn pirranîya parlamenê ya pêwîst.
Parçebûna parlamenê û binketina avakirina hikûmetê yan hilbijartina serokê parlamenê piştî 50 rûniştinan, bû sedema pêdivîya lidarxistina hilbijartinên nû ji bo şikandina xitimbûna sîyasî.