Mogadîşu-SANA
Somalîya îro berê xwe da navendên dengdanê ji bo beşdarbûna di yekemîn hilbijartinên herêmî yên rasterast de ku li Mogadîşuya paytext ji berîya nêzîkî şêst salan ve nehatibûn kirin. Ev gav wekî qonaxeke girîng di rêya xurtkirina jîyana demokratîk a li wî welatî de tê hesibandin.
Komîsyona Hilbijartinan, li gorî nûçeya ku ajansa AFPê ragihandiye, dîyar kir ku hejmara dengderên qeydkirî nêzî 400 hezar kes in ji nava zêdetirî 2 mîlyon rûniştvanên Mogadîşuyê. Li wir 1600 namzed ji bo 390 kursîyên herêmî hevrikîyê dikin.
Hêjayî gotinê ye ku rewşa ewlehîyê li Mogadîşuyê di heyama dawî de bi awayekî berbiçav çêtir bûye. Rayedar tekez dikin ku êrîşên çekdarî bi rêjeya %86 kêm bûne, ev yek jî bû alîkar ku atmosfereke guncaw ji bo lidarxistina vê pêvajoya hilbijartinê berdest bibe.