Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê ragihand ku li ser kêmkirina rageşîyê û agirbestê li Libnanê lihevkirin pêk hatiye.
Trump di weşanekê de li ser platforma xwe ya “Truth Social”ê got: “Piştî peywendîyekê ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, tu hêz ber bi Beyrûtê ve naçin.” Her wiha anî ziman ku: “Hêzên ku di rê de bûn bi şûn de vegerîyan.”
Trump her wiha got: “Bi rêya nûnerên payebilind, min peywendîyeke baş ligel Hizbulahê pêk anî û wan qebûl kir ku hemû operasyonên gulebaranê rawestînin, ji ber ku Îsraîl êrîşî wan nake û ew jî êrîşî wê nakin.”