Waşington – SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump nirxandina xwe ji bo pêşnîyareke Îranî ji bo bidawîkirina şer ragihand, û bi rêya platforma “Truth Social”ê dudilîya xwe ya derbarê pejirandina wê de anî ziman. Trump destnîşan kir ku ew ji xalên giştî yên bersiva Îranê hatiye agahdarkirin û dê di demeke din de li bajarê West Palm Beachê deqa wê ya hûr û kûr wergire.
Trump eşkere kir ku Îranê berdêleke berketî ji bo tiştên ku di 47 salên borî de li dijî cîhanê kirine nedaye, û amaje bi egera dubare destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî wê kir. Her wiha navborî rexne li nebûna zelalîyê di serkirdayetîya Tehranê de girt û bal kişand ser xuyanekirina Rêberê nû ji destpêka şer ve.
Trump bang li Demokratan kir ku astengîyê li pêşîya liv û tevgerên Amerîkayê çênekin û dorpêça niha wekî yeke “sivik” wesif kir. Îna borî jî tekez kir ku ji bo berdewamkirina her tevgereke leşkerî, razîbûna Kongreyê li ber çav nagire, tevî ku dema 60 rojî ya destûrî ya bêyî desthilata yasadaneran ji bo wî hatiye dîyarkirin bi dawî bûye.