Waşington – SANA
Rojnameya “The Guardian” belgeyeke Amerîkî ya ku ji 15 bendan pêk tê ji bo danûstandina bi Îranê re eşkere kir, ku armanca wê misogerkirina azadîya gerîyana keştîyan di Tengava Hirmizê de û pejirandina agirbestekê ji bo maweya mehekê ye. Mercên belgeyê sepandina sînorên tund li ser her du bernameyên nukleerî û ya mûşekan, qedexekirina dewlemendkirina uranyumê, û rûxandina dezgehên nukleerî li xwe digire, ligel rawestandina piştgirîya bo hevpeymanên Tehranê li herêmê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh Duşemê ragihand ku danûstandinên berhemdar bi Îranê re hatine kirin. Wî amaje kir ku lêdanên leşkerî yên li dijî santralên enerjîyê yên Îranê bo pênc rojan paş xistine, piştî ku gefa lêdana wan xwaribû heger Tehran Tengava Hirmizê veneke.