Ebû Zebî – SANA
Bendera El-Fuceyreyê ya Îmaratî îro rastî êrîşeke bi dronekê hat û di encamê de agir pê ket, ku ev bû sedema fikarên derbarê tevgera barkirinê de. Ajansa “Bloomberg” ragihand ku hin operasyonên barkirina neftê li nêzîkî Tengava Hirmizê bi rengekî demkî hatine rawestandin ji bo nirxandina zirarê û misogerkirina silametîya sazîyan.
Bendera El-Fuceyreyê navendeke stratejîk a bazirganîya neftê ye li cîhanê. Ev êrîş di demekê de tê ku alozîyên leşkerî û lêdanên dualî yên di navbera (Dewletên Yekbûyî û Îsraîl) û Îranê de zêde bûne, di nav de êrîşên mûşekî yên Îranê ku gihîştin çend welatên herêmê.