Bexda – SANA
Berbanga îro Şemîyê, êrîşeke bi dron li ser avahîya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê pêk hat, ku di encamê de dûman ji nav avahîyê bilind bû. Ev êrîş piştî lêdanên li ser milîsên “Hizbullah a Iraqê” li Bexda û El-Nehrwanê pêk hat, ku di wan lêdanan de du endamên wan hatibûn kuştin û du jî birîndar bûbûn.
Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji 28ê Sibata borî ve êrîşan dibin ser Îranê, û Îran jî bi mûşek û dronan bersivê dide ku hinek welatên herêmê kirine armanc. Ji destpêka vê şerî ve, baregehên komên ser bi Îranê ve û navendên “Heşd El-Şebî” li Iraqê rastî rêzeêrîşan hatine.