Waşington-SANA
Ajansa “France Press” ji wezareta derve ya Amerîkayê îro Duşemê di daxuyanîyekê de veguhest ku: “Wezareta derve ji karmendên hikûmeta Amerîkayê yên ne-bingehîn û endamên malbatên wan daxwaz dike ku ji konsulxaneya giştî li Adanayê derkevin ji ber metirsîyên ewlehîyê”, û dîyar kir ku konsulxaneyê hemû xizmetguzarîyên xwe rawestandine.
Her weha balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê di nûkirineke ewlehîyê ya nû de şîret li welatîyên Amerîkî yên li başûrê rojhilatê Tirkîyê kir ku ji herêmê derkevin, û tekez kir ku konsulxaneya Amerîkayê li Adanayê hemû xizmetguzarîyên Konsulxaneyê rawestandine û bang li hemwelatîyên xwe kir ku ji bo wergirtina xizmetên konsulî têkilîyê bi balyozxaneyê li Enqereyê an konsulxaneya giştî li Stenbolê re bikin.
Her weha Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê îro ragihandibû ku sîstemên berevanîyê yên ser bi peymana Bakurê Atlasê (NATO), mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin piştî derbasbûna asmanê Tirkîyê têk birin.