Ebû Zebî-SANA
Wezareta Bergirîyê ya Îmaratê îro Yekşemê ragihand ku wan 17 moşekên balîstîk destnîşan kirine û 16 ji wan rûxandine, her wiha pêşî li 113 dronan girtine.
Wezareta Bergirîyê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê zelal kir ku “17 moşekên balîstîk hatine destnîşankirin û 16 ji wan hatine rûxandin, lê moşekek di deryayê de ketiye”. Her wiha anî ziman ku “117 dron hatine destnîşankirin û pêşî li 113 ji wan hatiye girtin, di demekê de ku 4 dron li ser axa dewletê ketine”.
Wezareta Bergirîyê tekez kir ku ew “di asta herî bilind a amadebaşîyê de ye ji bo rûbirûbûna her gefekê û bi biryardarî li dijî her tiştê ku armanca wê têkdana ewlehîya dewletê ye bisekine, bi awayekî ku parastina serwerî, ewlehî û aramîya wê were misogerkirin û berjewendî û destkeftîyên wê yên niştimanî biparêze”.