Waşington – SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên Amerîkî bi hevkarîya ligel hêzên Nîcîryayê, karîne Ebû Bîlal El-Menûkî, kesê duyem di rêxistina “DAIŞ”a terorîst de, di operasyoneke taybet û aloz de ku bi hûrbînîya bilind hatibû plankirin, tune bikin.
Trump îro Şemîyê li ser platforma “Truth Social”ê eşkere kir ku El-Menûkî li Afrîkayê xwe veşartibû, û cihê wî bi rêya zanyarîyên îstîxbaratî ku çavdêrîya liv û tevgerên wî ya berdewam dikir hat dîyarkirin. Navborî tekez kir ku kuştina wî derbeke mezin e li şîyanên rêxistinê li ser asta cîhanê.
Nîcîrya ev 17 sal in li dijî rêxistinên mîna Boko Haram û “DAIŞ”ê di nav şerekî de ye, ku li gorî Neteweyên Yekbûyî kiryarên tundûtûjîyê li bakurê rojhilatê welat ji sala 2009an ve bûne sedema kuştina zêdetirî 40 hezar kesan û koçberkirina du mîlyon sivîlan, tevî belavbûna nakokîyê bo Nîcer, Kamerûn û Çadê.