Wezîrê Karên Derve yê Libnanê Yûsif Recî piştrast kir ku welatê wî dikare dosyeya çekên Hizbillahê bi awayekî serbixwe û bi biryarên hişk yên ku ji alîyê civaka navneteweyî ve têne piştgirîkirin çareser bike. Wî dîyar kir ku Hizbillah ji alîyê leşkerî ve têk çûye lê hîn jî kontrolê li hin beşên dewleta kûr dike; her wiha wî bal kişand ser cudakirina dosyaya Libnanê ji her lihevkirineke di navbera Wașington û Tehranê de, û gotûbêjkirina li ser navê Beyrûtê red kir.
Recî hêvîya xwe bi navbeynkarîya Amerîkayê ji bo vekişîna tam a Îsraîlê û hilweşandina Hizbullahê anî ziman. Wî nermbûna civaka navneteweyî ya li hember Îranê rexne kir û da zanîn ku cudakirina di navbera baskên leşkerî û sîyasî yên Hizbullahê de ne realîst e, ji ber ku ew sazîyeke yekgirtî ye ku ji bo têkbirina aramîya herêmê di xizmeta Tehranê de ye.
Wî bang li Fransayê kir ku piştgirîya artêşa Libnanê bike û hêzekek berdêl ji bo hêzên UNIFILê bibîne. Her wiha got ku danûstandinên rasterast bi Israîlê re rêya herî baş e ji bo bidawîkirina şerê ku di şert û mercên bombebarankirin û binpêkirinên Israîlê yên rojane hîn jî berdewam in, tevî peymana agirbesta ragihandî.