Waşington-SANA
Koşka Spî îro Înê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ber bi girtina yekcarî ya dosyaya pejirandina daxwazkerên penaberîyê ve diçe, di gavekê de ku armanc dike pêşwazîkirina bîyanîyên ku li hundirê axa Amerîkayê li parastinê digerin rawestîne.
Tora nûçeyan a Amerîkî “PBS” ji zarê Stephen Miller, cîgirê serokê karmendên Koşka Spî veguhast ku Rêveberî li ser bidawîanîna sîstema penaberîyê bi şêwaza wê ya niha kar dike, ew jî bi rêya tundkirina polîtîkayên koçberîyê û xurtkirina çavdêrîya li ser sînoran.
Biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê duh Pêncşemê nîqaşeke berfireh derxist holê, piştî ku desthilatên berfireh dan rêveberîya Serok Donald Trump ji bo bidawîkirina Bernameya Parastina Demkî (TPS) a ku ji bo penaberan hatiye veqetandin.
Li gorî şirovekar û dezgehên medyayê yên Amerîkî, dibe ku ev biryar dergeh li ber dersînorkirina bi hezaran penaberan veke û bandora wê bigihîje nêzîkî 1.3 mîlyon kesî ji 17 welatan ku ji parastina demkî sûd werdigirtin.
Ev biryar beşek ji arasteyeke berfireh e ku rêveberîya Trump di dosyaya koçberîyê de dimeşîne, ji ber ku berê Serokê Amerîkayê tundkirina sînoran li ser koçberan û dersînorkirina hejmareke mezin a wan wekî yek ji xalên herî berbiçav ên kampanyên xwe yên hilbijartinê û sîyaseta xwe ya navxweyî li xwe girtibû.