Beyrût-SANA
Desthilatên Libnanê îro Duşemê, ragihandin ku duh du ciwan li ser motosîkletekê li parêzgeha Nebetîye ya li başûrê Libnanê, di encama bombebarankirina wan ji alîyê Îsraîlê ve, hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî (NNA) ji zarê desthilatan veguhast ku piştî duh pewendî bi du ciwanên 17 salî yên ji gundê Dêr El-Zehranî li devera Dewhet Keferrumman a li Nebetîye re qut bûbû, tîmên ambûlansê cenazeyên wan derxistin. Hate dîyarkirin ku droneke Îsraîlê ew li ser Motosîkleta wan kirine armanc û di encamê de hatine kuştin.
Her weha li Nebetîye, artêşa Îsraîlê vê sibehê li gundê Kefertebnît teqîneke mezin çêkir ku dengê wê li deverên cuda yên başûr bi tundî hat bihîstin. Di dema ku hêzên wan ên ku li gundê Xeyyamê bi cih bûne, li nêzîkî dibistanên El-Meberratê li taxa rojava ya gund hejmarek xanî teqandin; di vê navberê de dengê teqînan li pey hev hatin bihîstin û dûman li wê herêmê bilind bû.
Hêzeke zirixpoş ya artêşa Îsraîlê derbasî devera El-Xelle ya di navbera gundên Haddasa û Harîsê de bû, li wê herêmê bi rêya du kepçeyên cureyê D9 dest bi karên wêrankirinê kir, di heman dema ku wesayîtên leşkerî li herêmê belav bûn.
Li alîyekî din, berî van bûyeran bi demeke kurt, hêzên Îsraîla dagirker li gundê Mejdel Zûn ê li navçeya Sûrê, binesazî û hejmarek xanî teqandin, û balafirên şer ên Îsraîlê bi bilindbûneke navîn di ser Çîyayên Hermel û Biqaa Bakur re firîyan.