Waşington-SANA
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ragihand ku wan li dijî hinek armancên li Îranê, careke din hejmarek êrîşên ezmanî, bejayî û deryayî pêk anîne, ku ev şeva heftemîn e êrîş berdewam in.
CENTCOMê îro Şemîyê, di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê, ragihand ku di êrîşan de xalên çavdêrîyê, binesazîyên lojîstîk ên leşkerî, tevî depoyên çekan yên li bin erdê û şîyanên deryayî hatine armancgirtin.
Fermandarîyê da zanîn ku hêzên Amerîkayê di êrîşan de, balafirên şer, dron û keştîyên şer bi kar anîne. Her wiha tekez kir ku ew ê gavên xwe yên ji bo lawazkirina şîyanên leşkerî yên Îranê berdewam bikin, Hevdem ligel sepandina dorpêçeke deryayî ya tam li ser bendergehên Îranê.