AFP
Beyrût-SANA
Îro Çarşemê, di encama êrîşên dagirkerîya Îsraîlê de li ser çend bajarok û gundên li başûrê Libnanê, 7 kes hatin kuştin ku 4 ji wan Sûrî ne, û hinekên din jî birîndar bûn.
Ajansa Niştimanî ya Ragihandinê ya Libnanê, dîyar kir ku dronên dagirkerîyê rêya El-Meyadîn li herêma El-Hewş kirin armanc, ku di encamê de çar Sûrî hatin kuştin, û rêya El-Me’mûre – El-Hewş û otomobîlek li bajarokê Sidîqîn kirin armanc, ku bû sedema kuştina du Filistînîyan û birîndarbûna çend kesên din.
Di heman demê de, xebatkarekî hawarçûnê di êrîşeke dronekê de li taxa El-Eyn li bajarokê Ereb Salîm hat kuştin.