Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, îro Şemîyê, di pêwendîyeke telefonî de ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hewldanên herêmî û navdewletî yên ji bo pêkanîna ewlehî û aştîya navdewletî nirxandin.
Ajansa Nûçeyên Qeterî ragihand ku her du alîyan geşedanên herêmê yên dawî gotûbêj kirin, nexasim hewldanên herêmî û navdewletî yên ku armanca wan çespandina aramîyê û kêmkirina rageşîyê ye, di serî de piştgirîya hewldanên dîplomasî ên ku dewleta Pakistanê rêberîya wan dike, ta ku herêm dûrî alozîyên bikeve û aştî û ewlehîya navdewletî were parastin.
Her wiha peywendîyê, giringîya berdewamîya dîyalogê ji bo çareserkirina dozên heyî, parastina ewlehîya rêyên avê yên stratejîk, û misogerkirina herikîna asayî ya zincîreyên dabînkirinê û enerjîya cîhanî niqaş kir.
Mîrê Qeterê helwesta neguhêr a welatê xwe ku her tim bang li pêşxistina çareserîyên aştîyane dike tekez kir, her wiha got welatê wî piştgirîya hemû destpêşxirîyên hembêzkirina krîzê bi rêya dîyalog û dîplomasîyê dike; bi awayekî ku aramîyê xurt bike û xizmeta berjewendîyên gelên herêmê û cîhanê bike.