Doha – SANA
Qeterê îro îmzekirina “Peymana Çespandina Pabendbûna bi Aştîyê” di navbera hikûmeta Kolombyayê û koma çekdar a Kolombyayî ya xwebinavkirî “EGC”yê de ragihand. Ev yek piştî pêkanîna du gerên navbeynkarîyê ku Dohayê mêvandarîya wan kiribû, pêk hat.
Ajansa Nûçeyan a Qeterê dîyar kir ku merasîma îmzekirinê bi amadebûna Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Karên Derve Mihemed bin Ebdilezîz bin Salih El-Xuleyfî û ligel nûnerên hevkarên navneteweyî pêk hat.
Ji hêla xwe ve, Wezareta Karên Derve ya Qeterê pêzanîna xwe ji bo ruhê erênî yê ku her du alîyan di dema danûstandinan de nîşan da, anî ziman. Wezaretê tekezî li ser girîngîya pabendbûna hemû alîyan bi serxistina pêvajoya aştîyê kir, her wiha spasîya hevkarên navneteweyî kir ji bo piştgirîya wan a berdewam ji bo hewldanên navbeynkarîyê.
“EGC” wekî mezintirîn koma çekdar li Kolombyayê tê hesibandin, ku hejmara şerkerên wê digihîje nêzîkî 7500 kesî, û yek ji kêşeyên ewlehîyê yên sereke pêk tîne ku rûbirûyî hikûmeta Kolombyayê dibe. Serokê Kolombyayê Gustavo Petro ji dema hilbijartina xwe ya sala 2022yan ve, hewl daye ku bi komên çekdar ên cuda re li ser çekdanînê danûstandinan bike.