Bruksel – SANA
Komîsyona Ewropayê îro ragihand ku cezayê darayî yê bi qasî 120 mîlyon euro li platforma “X”ê ferz kiriye. Ev biryar yekemîn biryara bi vî rengî ye ku di çarçoveya Yasaya Xizmetên Dîjîtal a Ewropayê de tê dayîn, piştî ku hate piştrastkirin ku platformê binpêkirinên metirsîdar ên têkildarî şefafîyet (zelalî) û têkoşîna li dijî zanyarîyên şaş pêk anîne.
Komîsyonê di daxuyanîyekê de ku li ser malpera xwe ya elektronîk belav kir, dîyar kir ku lêkolînan sê binpêkirinên sereke yên platformê derxistine holê. Ya herî berbiçav bikaranîna dîzaynên xapînok ên nîşana şîn a rastkirinê (blue checkmark) ye, ku bûye sedema xapandina bikarhêneran derbarê pêbawerîya hesaban de.
Komîsyonê got: Platformê her wiha nikarîbû danegeheke zelal ji bo reklaman peyda bike, vê yekê hewldanên lêkolîneran ên şopandina kampanyayên propagandaya xapînok asteng kirin. Ji bilî vê, Xê rê li ber lêkolîneran girt ku bigihîjin daneyên giştî, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya prensîba şefafîyetê ye.
Tê zanîn ku Komîsyona Ewropayê duh lêkolîneke fermî derbarê şirketa teknolojîyê ya mezin a Amerîkî “Meta”yê, xwedîya sepana navdar a peyaman WhatsAppê da destpêkirin, ji ber gumana binpêkirina zagonên hevrikîyê yên girêdayî yekkirina taybetmendîyên zîrekîya destkird di platforma xwe de.