Waşîngton – SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh gera yekem a “Xelata Aştîyê” ku Federasyona Navneteweyî ya Futbolê “FIFA”yê nû derxistiye, wergirt. Ev yek di merasîma kişandina tîrûpişka Kûpaya Cîhanê ya 2026an de ku li Navenda Kennedy li Waşîngtonê hat lidarxistin, pêk hat.
Ajansa France Presse ji zarê Serokê FIFAyê Gianni Infantino ku medalya radestî Trump kir, veguhest ku wî gotiye: “Tiştê ku em ji serkirdeyekî dixwazin ev e.” Ev gotin wekî amajeyekê bû bo peymanên aştîyê yên ku di bin çavdêrîya Trump de hatine îmzekirin, nexasim agirbesta li Xezeyê.
Ji alîyê xwe ve, Trump ev xelatkirin wekî “yek ji mezintirîn xelatên jîyana xwe” bi nav kir.
“FIFA”yê di Mijdara borî de ragihandibû ku wan ev xelata nû derxistiye, ku armanc jê xelatkirina wan kesan e ku gelan dikin yek û hêvîyê didin nifşên nû.