Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Îsraîlê Binesazîya Avê Wêran Kir: Xeza ji Tîbûnê Dinale
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Navnetewî > Îsraîlê Binesazîya Avê Wêran Kir: Xeza ji Tîbûnê Dinale

Îsraîlê Binesazîya Avê Wêran Kir: Xeza ji Tîbûnê Dinale

Hat weşandin: 2025/11/02 9:08 PM
Hat nûkirin: 2025/11/02 9:09 PM

Quds Dagirkirî-SANA

Agirbest li Xezayê di 10ê Cotmeha borî de ket warê cîbicîkirinê, bi hêvîyên bidawîkirina êşa Filistînîyan ku zêdetirî du salan e didome. Lêbelê, binpêkirinên Îsraîlê ew hêvî zû pûç kirin.

Krîza avê îro wekî yek ji nîşanên herî giran ên vê janê derdikeve pêş, piştî ku firokeyên Îsraîla dagirker binesazîya torên avê û kanalîzasyonê li Xezayê wêran kirin.

Rêjeyên berdest mezinahîya armanckirina rasterast a çavkanîyên jîyanê li Xezaya wêrankirî nîşan didin. Li gorî agahîyên Ofîsa Medyayê ya Hikûmî li Xezayê, artêşa Îsraîla dagirker ji 7ê Cotmeha 2023an ve nêzîkî 112 çavkanîyên dagirtina ava vexwarinê armanc girtine, û 720 bîr wêran kirine.

Li hemberî vê, hewldanên rizgarkirinê yên bêhêvî berdewam dikin. Rêveberê Giştî yê Yekîneya Rêveberîya Projeyan di Desthilatdarîya Avê ya Xezayê de, Sa’dî Elî, tekez kir ku ew bi giranî dixebitin ji bo gihandina avê bi rêya tankerên avê û zêdekirina xalên dagirtinê.

Karesata avê li Xezayê êdî ne tenê kêmbûna peydakirinê ye, lê ji ber dawerîna ava deryayê û bermahîyên kanalîzasyonê piştî wêrankirina binesazîyê, bûye qirêjîyeke kambax a hewza binerd a peravê. Ev yek jî rê li ber belavbûna nexweşîyên cuda cuda vedike.

Li Xezayê, lêgerîna avê veguherîye şerekî fîzîkî û aborî yê dijwar, ji ber ku niştecih xwe neçar dibînin ku xwe bi tevahî bispêrin tankerên avê û santralên paqijkirinê yên seretayî ku bi sotemenîya kêm a berdest ve girêdayî ne, di rewşeke ku ava herikbar kêm e.

Çarenûs bi jinûveavakirina bilez a torên avê û kanalîzasyonê bi tevahî ve girêdayî ye, ku ev peywireke hema hema ne pêkan e ji ber ku pêwîstî bi agirbesteke mayînde û rakirina bilez a dorpêçê heye.

Artêşa Libnanê Bidawîbûna Qonaxa Yekem a Plana Hiştina Çekan di Destê Dewletê Tenê de Ragihand
Serok El-Şara’ di Hevpeyivîna bi Rêvebirê berê yê (CIA) re: “Sûrîye Pêwîstî Derfeteke Nû ya Jîyanê ye!”
Hejmara Xelkê Amerîkayê bi Yek ji Sistirîn Rêjeyan di Dîroka Nû ya Welat de Zêde Dibe
Îsal Deynên Hikûmeta Brîtanyayê Gihiştine Asta Herî Bilind ji Sala 2020an ve
Di Roja Penaberan a Cîhanî de.. Guterres Daxwaza Xurtkirina Hevgirtina ligel Penaberan Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Binpêkirinên ÎsraîlêFilistînîÎsraîla DagirkerXeza
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezareta Perwerdeyê: Hemû Cureyên Destdirêjîya li ser Xwendekaran Qedexe ne

September 16, 2026

Molekuleke Xwezayî di Çav de Dibe ku ji bo Hêdîkirina Têkçûna Retîna Çav Bibe Alîkar

September 16, 2026

Zêdetirî 14 Hezar Serlêder û 10 Hezar Pirtûkên Firotî li Pêşangeha Pirtûkan a Idlibê

September 16, 2026

700 Milyon Heb û 90 Torên Navneteweyî… Sûrîye Çawa Împeratorîya Keptagonê Hildiweşîne?

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?