Îslamabad-SANA
Polîsê Pakistanê îro ragihand ku di êrîşeke bi bombeyeke vedayî de li wîlayeta “Xeyber Pextunxwa” li bakurrojavayê Pakistanê, sê endamên wan hatine kuştin û duyên din jî birîndar bûne.
AFPê ji zarê polîsan veguhast û got: “Êrîş li devera Panîla ya wîlayeta sînorî ya ‘Xeyber Pextunxwa’ pêk hat”, bêyî ku hûrgilîyên din bide.
Di êrîşeke ku duh li bajarê Bannu yê heman wîlayetê pêk hat, çekdaran berpirsê rêveberîya herêmî “Şah Walî” û du polîsên din ku bi wî re bûn, kuştin.
Di 24ê Mijdara borî de jî, sê endamên ewlehîya Pakistanê hatibûn kuştin û hinekên din birîndar bûbûn, ew jî di encama teqîneke xwekujî de ku navendeke polîsên sînorî li bajarê Peşawer, paytexta wîlayeta Xeyber Pextunxwa ya li ser sînorê bi Efxanistanê re, kiribû armanc.