Enqere-SANA
Tirkîye nexşeya devera deryayî ya Yewnanistanê ya ku li ser platforma Yekîtîya Ewropayê hatiye danîn red kir û ew wek hewldanekê ji bo ferzkirina rewşeke defakto ya ne yasayî bi nav kir.
Ajansa Anadolê daxuyanîya berdevkê Wezareta Derve ya Tirkîyê Oncu Kocalî veguhest ku dibêje: “Hewldanên Yewnanistanê yên ferzkirina nexşeya xwe, bêyî ku ew û cîranan pev re wan sînoran xêz bikin, gavên yekalî ne, qanûna navneteweyî binpê dikin, bi ser nakevin.″
Kocalî dîyar kir ku Tirkîye xebatên nexşekirina devera deryayî yên li gor pêşinîyarên desteyên taybetmend ên Neteweyên Yekbûyî ji nêz ve dişopîne. Herweha got ku Tirkîyê di 16ê nîsanê de nexşeya xwe ya niştimanî ya plansazîya devera deryayî ragihandiye, û di 12ê Hezîrana bûrî de UNESCO pê agahdar kiriye.
Herweha destnîşan kir ku nexşeya Yewnanistanê ya li ser “Platforma Plansazîya Devera Deryayî” ya Yekîtîya Ewropayê hatiye nûjenkirin, mafên Tirkîyê di Deryaya Spî û ya Egeyê de binpê dike.