Berlîn-SANA
Almanya û Yekîtîya Ewropayê li Berlînê, superkomputerek bi navê “Jupiter” bo zîrekîya destkirdê bi bihayê 500 milyon euroyî, da xebitandin.
Şêwirmendê Almanî, Friedrich Merz, di rêûresêmên vekirinê de tekez kir ku Ewropa derfet heye ku ji paşketina xwe ya di vî warî de li ber xwe bide û xwe pêş bêxe.
Komputerê 24,000 çîpên xwe hene û di sanîyekê de kuîntîlîyon (1,000,000,000,000,000,000) kiryarî pêk tîne û ji bo sepana zîrekîya destkird, pêşbînîya keşûewa, lêkolînên bijîşkî û lêkolîna wizeya paqij tê bikaranîn.