Roma-SANA
Dozgerîya Giştî ya bajarê Mîlano yê Îtalyayê lêkolîneke fermî li ser îdîayên metirsîdar vekiriye ku tê de tê gotin ku dewlemendên bîyanî di salên nodî yên sedsala borî de pereyên zêde dane ji bo beşdarbûna tiştên ku wekî “rêwîtîyên sefarî yên mirovî” hatine binavkirin di dema dorpêçkirina Sarayevoyê li Bosna û Herzegovînayê di navbera salên 1992 û 1996 de.
Li gorîçapemenîya Îtalî, lêkolîn xwe dispêre gilînameyeke ku ji alîyê rojnamevan û nivîskarê vekoler Ezio Gavazzeni ve hatibû pêşkêşkirin. Ev gilîname ji hêla xwe ve xwe dispêre şahid, belge ûbelgefîlman wek fîlmê Slovenî “Safari Sarayevo” ku sala 2022an derket.
Gavazzeni di daxuyanîyên xwe yên ji bo çapemenîya Îtalî de got: Gilînameya 17 rûpelî, îdîayên li dijî zengînên ji neteweyên cuda wek Îtalî, Fransî, Brîtanî, Swîsreyî û Amerîkî li xwe digire.
Dozgerîya Giştî ya Îtalî niha belge û şahidîyên ku di gilînameyê de hatine wergirtin lêkolîn dike, li benda dîyarkirina ka ev bûyer dê rê li ber darizandinên navneteweyî yên li dijî kesên têkildar veke yan na.
Sarayevo yek ji bajarên herî zêde zerar dîtiye di dema şerê Bosna û Herzegovînayê de, ji ber ku di navbera salên 1992 û 1996an de rastî dorpêça herî dirêj li Ewropayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem hat, û di encamê de zêdetirî 11 hezar kes ji ber gulebarankirin û bombebarankirinê û kêmbûna xwarin û dermanan hatin kuştin.
Kolana “Mîşa Selîmovîç” ku bi navê “Kolana Nîşangiran” tê nasîn, yek ji sembolên herî berbiçav ên dorpêçê bû di wê demê de, ji ber ku bi metirsîya xwe ya mezin li ser sivîlan dihat nasîn, û yek ji wan rêyên girîng ên ber bi balafirgeha bajêr ve bû.