Waşington-SANA
Trump daxwaz ji Zelensky kir ku girêbesteke lihevhatinê di nav welatê xwe û Rûsyayê de îmza bike û got: “Êdî bila dawî li şer were û her du alî jî serkeftinê ragihînin”. Di heman demê de, ragihand ku ew nema mûşekên tomahok dide Ukraynayê, û ew haydar kirin ku encamên gurkirina şer xerab in. Di dema ku Zelensky dît ku Pûtîn bo aştîyê ne amade ye.
Ev daxuyanî di demekê de têne dayîn ku şer di nav her du alîyan gur e û êrîşên li ser avahîyên xizmetên jîndarîyê berdewam in.