Dera-SANA
Îro Şemîyê, Rêveberîya Tenduristîyê li Derayê ragihand ku hejmara kesên li bajarê Şêx Miskînê bi jehrîyê ketine gihîştiye 35 kesan, her wisa piştrast kir ku encamên pişkinînên taqîgehan piştrast kirin ku tu kes bi nexweşîya kolerayê nîne.
Rêveberê Tenduristîyê li Derayê Xalid El-Imyan, ji SANAyê re got: “Nexweşxaneya Niştimanî ya Izre’ê ji şeva borî ve heta îro, pêşwazî li 17 rewşên nû kirine, ligel 18 kesên pêketî ku duh bo nexweşxaneyê hatibûn rakirin,” li alîyê din jî, destnîşan kir ku encamên analîza nimûne û şûpên ku ji bo dîyarkirina sedemên jehrîbûnê hatine girtin hê jî derneketine, ji bo piştrastkirina sedemê jî pêdivî bi du an sê rojan heye.

El-Imyan her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku şeş nimûne ji kesên pêketî ji bo pişkinîna hebûna kolerayê hatine berhevkirin, lê hemû jî neyînî derketin û hat selmandin ku tu rewşeke pêketina bi vê nexweşîyê tuneye.
El-Imyan li dawîyê dîyar kir ku 16 kesên pêketî piştî arambûna rewşa wan a tenduristîyê û wergirtina dermankirina pêwîst heta danê nîvro, ji nexweşxaneyê derketine, di heman demê de 19 rewşên din di bin dermankirin û lênêrînê de ne.



