Şam-SANA
Tîmeke lêkolînê ya Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê bi çêkirin û pêşxistina amûreke xwecihî ya tîrêjdayîna ronahîyê, destkeftîyeke berbiçav a zanistî tomar kir û bawernameya dahênanê bi dest xist.
Ev amûr li ser bingeha dirêjahîya pêlên cuda û dozên cihêreng dixebite, da ku di lêkolînên têkildarî dermankirina fotodînamîk a xaneyên penceşêrê de were bikaranîn.
Ofîsa ragihandinê ya desteyê duh Sêşemê ji SANAyê re ragihand ku di nav tîma lêkolînê de Dr. Sair Es’ed, Dr. Rezan El-Zeybeq û Dr. Ehmed Feyûmî cih girtine.
Tîmê karî amûreke lêkolînê ya pêşketî berhem bîne ku li hundirê welêt derîyên nû li ber vekolînên dermankirina werimînên penceşêrê vedike.
Her wiha hate destnîşankirin ku ev dahênan di warê lêkolînên zanistî û bijîşkî de pêngaveke nûjen e bo Sûrîyê; ji ber ku cara yekem e li ser asta navxweyî, bi ked û pisporîya niştimanî teknolojîyeke wiha pêşketî ji bo lêkolînên penceşêrê tê dabînkirin.
Ev pêngav dê pêdivî û xwespartina bi amûrên biha û aloz ku ji derve tên hawirdekirin kêm bike.