Şam-SANA
Tîmeke bijîşkî li Nexweşxaneya Niştimanî ya Kerem El-Lewzê li Himsê, karî neştergerîyeke taybet û aloz ji bo nexweşekî di dehsalîya çarem a temenê xwe de encam bide, piştî ku nexweş bi sedema derbeke rasterast li enîşka wî ya çepê ketibû, serî li beşa hawarçûnê dabû.
Wezareta Tenduristîyê duh Çarşemê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku pişkinîna klînîkî nîşan da ku êşeke giran, werimîn û şînbûn ligel sînordarîyeke berbiçav di tevgerên enîşkê de hebû. Her wiha wêneyên tîrêjî hebûna şikestineke aloz û pirparçe piştrast kir.

Wezaretê tekez kir ku neştergerî bi rengekî serketî bi dawî bû, û nexweş piştî başbûneke berbiçav ji nexweşxaneyê derket, ligel şopandina demkî ji bo misogerkirina berdewamîya başbûnê.
